Bernameya “Şeva Dengbêjan” ku ji aliyê şaredariya me ve li Parqa Rindêxan hat organîzekirin, bi eleqeyeke zêde ya farqîniyan hat lidarxistin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, nûnerên Rêxistina Navçeya Farqînê ya Partiya DEM’ê, rêveberên Rêxistina Navçeya Farqînê ya CHP’ê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl beşdarî şeva dengbêjan bûn.
Dengbêj Şerîf Çoşûk, Dengbêj Mehmet Siddik Eryilmaz, Dengbêj Siddik Baran û Dengbêj Serkan Gezîcî tevlî “Şeva Dengbêjan” ku gel eleqeyeke mezin nîşan da bûn û bi stranên xwe gel çoşandin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî di şevê de axivî û destnîşan kir ku wê xebatên wan ên çandî berdewam bikin û ji bo parastina çanda herêmî wê di vî warî de xebatên xwe zêdetir bikin.