Hevşaredarên me li dijî dagirkirina peyarêyan çalakiyek berfireh a hişyarkirinê pêk anîn. Hevşaredarên me Sevim Biçici û Kadri Esen, bi Midûrê Zabita me Ferzende Tekin re û bi beşdariya tîmên zabita, hişyarî dan esnaf û firoşkarên gerok.
Hevşaredarên me li kolanên Karabehlul, Gazî û Azizoglu geriyan û agahî dan kargehên ku peyarêya dagir kirine û firoşkarên gerok ku ev tevger trafîka peyayan asteng dike û ne qanûnî ye.
Hevşaredarên me gotin: “Bilindkirina kalîteya jiyanê ya navçeya me û afirandina hawîrdoreke ewletir ji bo her kesî di nav pêşîniyên me de ye. Em bawer dikin ku esnafên me jî dê di vê mijarê de bi me re hevkariyê bikin.”
Dê çavdêriyên bi rêkûpêk li ser firoşkarên gerok û esnafên ku li dijî qaideyan dest bi firotinê dikin, berdewam bikin.
Welatiyên ku bûn şahidê çavdêriya ku ji aliyê şarederiya me ve hatî kirin, diyar kirin ku çavdêrî gelekî di cih de ne û balê kişandin ser ku divê esnaf hişyar bin.