Midûriyeta Zabitayê ya şaredariya me ji bo parastina pergala qezaya me û tenduristiya gelê me, xebatên xwe yên çavdêriyê berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de, tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita ya şaredariya me li her çar aliyên qezayê li marketan, nanpêjxaneyan û li kafeyan çavdêriyê dikin û her wiha têkoşîna xwe ya li dijî heywanên bê xwedî jî didomînin.
“Li marketan bihayên refan û kasayê hatin kontrolkirin”
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita ya şaredariya me, bi taybetî li marketên mezin û hemû cihên kar ên ku xwarinê difiroşin, ferqa di navbera bihayên li kasa û refan de kontrol kirin.
“Li nanpêjxaneyan kontrola giraniyê hat kirin”
Tîmên me yên Zabita ku li cihên kar ên ku nan û berhemanên ardî difiroşin kontrola giraniyê kirin û kargehan der barê pêkanîna mercên paqijî û tenduristiyê de hişyar û agahdar kirin.
“Midaxeleya parseke hat kirin”
Xebatên Midûriyeta zabita li hemberî parsekan ê ku hestên hemwelatiyan îstismar dikin û vê dikin kar, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de midaxeleya parsekên li navenda qezayê hat kirin.
“Li cihên girtî kontrola cigareyê hat kirin”
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita me û Rêveberiya Tenduristiyê ya Qeza Hazroyê li seranserê qezaya me li kafe û qehwexaneyan çavdêrî kirin. Di van çavdêriyan de hat kontrolkirin ka li beşên girtî yên kafe û qehwexaneyan titûn û berhemên titûnê tên bikaranîn an na û xwediyên kargehan di vî warî de hatin hişyarkirin û protokolên pêwist hatin amadekirin.
“Têkoşîna li dijî heywanên bê xwedî”
Tîmên girêdayî Midûriyeta Zabita me, li seranserê navenda qezayê li dijî heywanên bê xwedî yên ku ji nişka ve derdikevin kolanan û dibin sedema qezayan têdikoşin. Di vê çarçoveyê de heywanên ku derketibûn Kolana Amedê ji kolanê hatin dûrxistin, tîman xwediyên heywanan di vî warî de hişyar kirin û gotin ku divê heywanan berî derva nedin.