Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên meclîsa şaredariya me serdana Esnafên Sîteya Pîşesazî ya navçeya me kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî û endamên meclisa şaredariya me esnafên Sîteya Pîşesaziyê a li taxa Yenîşehîrê ziyaret kir. Bîçîcî û endamên meclîsê ji aliyê Serokê Sîteya Pîşesaziyê Mehmet Ridvan Gazanfer ve hatin pêşwazîkirin. Piştre hevşaredara me Bîçîcî serdana esnafên li sîteya Pîşesaziyê kir û li giliyên esnafan guhdarî kir, esnafan jî diyar kirin ku ew ji serdanê kêf xweş mane.
Bîçîcî, talîmat da ekîbên girêdayî Midûriyeta me ya Karûbarên Fenê ku çopê kombûyî rakin û esnafan jî hişyar kir ku derdora xwe paqij bikin.