Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me, bi zêdebûna germahiya hewayê re, li qadên wek park, baxçe, refûjên navîn û qadên lîstik ên zarokan xebatên xwe didomîne.
Midûriyeta Park û Baxçeyan me, bi zêdebûna germahiya hewayê re, li seranserê navçeya me, li park û qadên hêşîn ji bo ku giya û dar hişk nebin, şev û roj xebatên xwe didomîne. Ji bo ku hemwelatî bikaribin di hawîrdoreke tenduristtir, hêşîn û jiyînbar de bêhnvedanê bikin, ekîb li hemû parkên li navenda navçeyê û li refûja navîn a li kolana Amedê xebatên avdanê, birîna giyayên bejî, birîna giya, paqijiya derdorê û tamîrkirina sîstemên avdanê didomînin.