Şaredariya me qada berê ya ku wek bazara mast dihat zanîn, di encama xebatên hatin kirin de veguherand bazara berhemên gundan ku lê were firotin. Wê ev cih bi navê xwe yê nû “Bazara Berhemên Gundan” xizmetê bide xelkê navçeya me. Hem ji bo dikandaran hem jî ji bo welatiyan ev der hatiye sererastkirin û bûye qadek hîjyenîk.
Hevşaredarên me der barê xebata nûjenkirina bazarê de axivîn û wiha gotin: “Qada ku berê wek bazara mast dihat zanîn, êdî wê bibe bazarek modern a ku berhemên gundan û di xizmeta gelê me de be. Me vê veguherandinê ji bo firoşkarên xwe pêk anî da ku şertên wan ên bazirganiyê hin baştir bibin. Hem jî me ji bo welatiyên me ku dikaribin di hawirdorek paqij û birêkûpêk de danûstandina xwe bikin. Ji bo Farqînê wê bênavber xebatên me berdewam bikin.”
Li vê bazarê wê teşvîqa berhemên organîk û xwezayî yên gundan ji bo bên firotin, were kirin. Li bazarê ji sebze, fêkî, mast, penêr, şîr bigire heta her tiştên xwezayî û organîk wê bên peydakirin. Her wiha li bazarê ji bo standartên hîjyen binesazî jî hatiye amadekirin.