Kategoriler
Haberler

Li Farqînê kampanyaya ‘Paqij bike û bide paqijkirin’ dest pê kir

Şaredariya me, li navçeyê dest bi tevgereke berfireh a paqijiyê kir. Ev kampanyaya paqijiyê ku dê nêzî 3 mehan bidome, dê bi panoyên reklaman û broşurên bi kurmancî, zazakî û tirkî were destekkirin û her wiha ji bo kampanyayê filmeke kurt hatiye amadekirin. Kampanya armanc dike ku hişmendiya jîngehê li navçeyê zêde bike û cihên jiyanê paqijtir bike.

Şaredariya me, li navçeyê dest bi tevgereke berfireh a paqijiyê kir. Ev kampanyaya paqijiyê ku dê nêzî 3 mehan bidome, dê bi panoyên reklaman û broşurên bi kurmancî, zazakî û tirkî were destekkirin û her wiha ji bo kampanyayê filmeke kurt hatiye amadekirin. Kampanya armanc dike ku hişmendiya jîngehê li navçeyê zêde bike û cihên jiyanê paqijtir bike.

Hevserokên Şaredariya me Sevim Biçici û Kadri Esen, ku li ber şaredariya me kom bûn û cilên ku li ser wan bi dirûşma “Paqij bike û bide paqijkirin” nivîsandî li xwe kiribûn, bi Hevserokê DEM Partiya Navçeya Farqînê Nazmî Ezer û rêveberên partiyê, endamên meclisa me, Serokê CHP’ê yê Navçeya Farqînê Îhsan Kizilkan, endamên Egîtîm Senê, nûnerên Odeyên Pîşesazî û dikandar, karkerên paqijiyê û welatiyan re li navçeyê kampanya paqijiyê dan destpêkirin.

Hevserokên şaredariya me û şandeya bi wan re ku ji ber avahiya şaredariyê dest bi paqijiyê kirin û li ser Cadeya Karabehulbey paqijî kirin û heta Cadeya Gazî ya navenda navçeyê hatin, li vir daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaredariya me Kadrî Esen got: “Em wek şaredarî bi dirûşma ‘Paqij bike û bide paqijkirin’ dest bi kampanyaya paqijiyê kirin. Em gazî hemû gelê xwe dikin; di mijara paqijiyê de piştgiriya me bikin da ku em ji siberoja xwe re, ji zarokên xwe re bajarekî paqij û bi tendurist bihêlin. Kampanyaya me îro dest pê kir û dê 3 mehan bidome. Em ê hefteyê carekê dîsa bi hev re li cihekî cuda paqij bikin û bidin paqijkirin û em dixwazin ku têgihiştina paqijiyê pêk were.”

Hevseroka me Sevim Biçici jî spasiya hemû kesên ku ku di kampanyayê de xebat kirine kir û got: “Faqrîn welatê me ye. Cihê ku em lê dijîn e. Em ê paqij bikin û qirêj nekin. Ji ber vê yekê me kampanyaya xwe bi dirûşma ‘Paqij bike û bide paqijkirin”’ dest pê kir.” Bîçîcî di berdewamiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanan kir û got: “Em dora xwe paqij bikin û xwedî li navçeya xwe derkevin.”

Di çarçoveya kampanyayê de, ji bo zêdekirina hişmendiya paqijiyê gelek amûr hatin amadekirin. Fîlm, panoyên reklaman û broşurên ku bi kurmancî, zazakî û tirkî hatine amadekirin, armanc dikin ku gel agahdar bike û hişmend bike. Şaredariya me, dê bi rêya van amûran gel li ser girîngiya paqijiyê agahdar bike û wan teşwîq bike ku beşdarî xebatên paqijiyê bibin.

Ev kampanyaya berfireh a paqijiyê ya şaredariya me, ne tenê dê paqijiya giştî ya navçeyê pêk bîne, her wiha armanc dike ku hişmendiya jîngehê zêde bike û di civakê de hesteke hevpar a berpirsiyariyê ava bike.