Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me xebatên Midûriyeta Karê Fenê li cih lêkolîn kirin

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ve li Parqa Rindêxan, taxên Yenîşehîr û Baxçelîevlerê hatine kirin, li cih lêkolîn kirin.

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Karê Fenê ve li Parqa Rindêxan, taxên Yenîşehîr û Baxçelîevlerê hatine kirin, li cih lêkolîn kirin.

Li Taxa Yenîşehîrê sererastkirina refûjê

Midûriyeta Karê Fenê ya me ku xebatên xwe li seranserê navenda navçeyê didomîne, li ser Kolana Amedê ya Taxa Yenîşehîrê, di navbera du sîteyan de dest bi xebatên sererastkirina refûjê kir. Hat dîtin ku li cihê ku dê refûj bê çêkirin kevirên sînorê hatine raxistin û ji bo çêkirina qada kesk axa pêwîst hatiye anîn.

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen ku xebatan li cîh şopandin, diyar kirin ku bi vê serastkirinê ew armanc dikin ku qada vala ya heyî bikin qadeke kesk û ji aliyê estetîkê ve baştir bikin.

Hemwelatiyên ku ji xebatan kêfxweş bûn, spasiya xwe ji hevserokên me re gotin û girîngî û bandora xizmetên hatî kirin anîn ziman. Ev xebatên ku Midûriyeta Karê Fenê ya me dimeşîne, armanc dike ku nihêrina giştî ya navçeyê û kalîteya jiyanê bilind bike.