Kategoriler
Haberler

Hevşaredarên me li daxwaz û xwestekên esnafên Bazara Taxê guhdarî kirin

Esnafên Bazara Taxê, ji bo ku daxwaz û pêşniyarên xwe parve bikin, serdana hevşaredarên me kirin. Di dema serdanê de esnafan berfireh pirsgirêkên avahiya Bazara Taxê anîn ziman.

Esnafên Bazara Taxê, ji bo ku daxwaz û pêşniyarên xwe parve bikin, serdana hevşaredarên me kirin. Di dema serdanê de esnafan berfireh pirsgirêkên avahiya Bazara Taxê anîn ziman.

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, bi baldarî li esnafên ku pirsgirêkên avahiya Bazara Taxê anîn ziman guhdarî kirin û qeyt kirin. Piştî serdanê pirsgirêk bi vî awayî hatin rêzkirin:

-Banê hesinî ji bo pêşîlêgirtina dilopbûnê li Bazara Taxê

-Rakirina firoşkarên gerok ên ku li ber deriyê bazarê tiştan difiroşin

-Paqijkirina otoparqa bazarê û vekirina wê ji bo bikaranînê

-Nûkirina rampaya astengdara ya li ber deriyê bazarê û ji nû ve rastkirina pêpelokên têketinê

-Paşdexistina tiştên esnafên hundirê bazarê bi qasî 1 mîtrokî

Hevserokên me diyar kirin ku piştî nirxandina daxwazên esnafan, ew ê bi lez û bi bandor bersivê bidin û got ku dê di demeke herî kurt de çareserî ji pirsgirêkan re bê dîtin.

Ev hevdîtin, armanc dike ku bi danîna têkiliyeke nêzîktir bi esnafan re pirsgirêk bên çareserkirin û kalîteya xizmetê bê bilindkirin.