Şaredariya me di çarçoveya nêzîkatiya şaredartiya civakî de projeyek girîng dimeşîne. Ji bo “Firina Nan a Gel” ku armanca wê; li navçeyê nan bi bihayekî erzantir peyda bike amadekariyên dawîn tê kirin.
Di çarçoveya projeyê de bicihkirina makîneyên li qada ku wek firinê tê bikaranîn bi lez û bez dewam dike. Nanên ku ji aliyê xebatkarên şaredariya me ve dê bên pijandin, dê rasterast li bufeyên ku li hin nuqteyên li navenda navçeyê hatin danîn de bên firotin.
Bi saya Bufeyên Nanê Giştî dê şêniyên navçeyê hêsantir bigihîjin nanê bi kalîte û bi erzanî. Hevşaredarên me diyar kirin ku ev pêngav bi taybetî ji bo welatiyên kêmderfet wê bibe destekek girîng.Firotana nan di demek nêz de dê bufeyên ku li navçê hatin bicihkirin de dest pê bike.
Ev înîsiyatîfa şaredariya me weke pêngaveke ku bi polîtîkayên erzan ên xwarinê re asta jiyana xelkê navçeyê bilind dike tê nirxandin.