Kategoriler
Haberler

Tûrnûvaya Fûtbolê ya Merwanî bi merasîma qûpa dayînê bi dawî bû

Turnûvaya Futbolê ya Merwanî ku ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya me ve hat organîzekirin û bala gelek kesa kişand, bi maça fînalê bi awayekî coş bi dawî bû. Baxçelievler Spor bû şampiyona tûrnûvaya bi dostaniya werzişvaniyê hat lidarxistin. Di heman demê de rêxistin bi peyamên aştî û biratiyê hat tacîdarkirin.

Turnûvaya Futbolê ya Merwanî ku ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya me ve hat organîzekirin û bala gelek kesa kişand, bi maça fînalê bi awayekî coş bi dawî bû. Baxçelievler Spor bû şampiyona tûrnûvaya bi dostaniya werzişvaniyê hat lidarxistin. Di heman demê de rêxistin bi peyamên aştî û biratiyê hat tacîdarkirin.

Tûrnûva diyarî Endamê Heyeta Îmraliyê birêz Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê gulanê de jiyana xwe dest da hat kirin.

Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen, Serokê ASKF Remzî Dayan, Nûnerê Parêzgeha Amedê yê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Mehmet Altindağ, Serokê Komeleya Farqîniyan a Amedê Cemal Doğrul, Serokê Silvan Belediyesporê Ramazan Koç, endamên Meclisa Şaredariya me, lîstikvanên berê yên fûtbolê yên ku bûne sembolên Amedê û bi sedan alîgirên tîman di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê destpêkê qûpayên tîmên ku bûn sêyemîn û çaremîn hatin dayîn. Serokê Belediyesporê Ramazan Koç ku qûpaya tîma çaremîn da ev tişt gotin: “Weke Şaredariya Farqînê, em tûrnûvaya xwe diyarî Birêz Sirri Sureyya Onder qasidê aştî û biratiyê dikin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Hevşaredarê me Esen jî kûpa da Nînova Sporê ku bû duyemîn. Esen, destnîşan kir ku tûrnûva ji meha nîsanê ve bi hewldanên mezin ên Komîsyona Sporê ya Şaredariyê berdewam kiriye û tîmên ku ji navenda navçeyê û gundan hatine avakirin nirxek zêde dane tûrnuvayê û li Farqînê demên xweş peyda kirine. Di axaftina xwe de Esen bi van gotinan bal kişand ser pêvajoya li welat hatiye destpêkirin: “Weke tê zanîn li welatê me demsal niha bihar e. Em pêvajoya biharê de jî derbas dibin. Rojên gelek girîng û biwate pêk hatin. Bihara dilê me bi bihara ku tê meşandin geştir û xweştir bû. Em wisa bi hêvîne ku bi bihara hatiye destpêkirin li hemû welatê me her demsal bibe weke bihar. Bi werzîşê gelek tişt dikarin werin kirin. Ciwanên me dikarin ji rêyên xirab werin xilaskirin. Ez dixwazim spasiya hemî tîmên me bikim.”

Dû re Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî jî ku qûpaya tîma şampiyon Bahçelîevler Sporê da spasiya hemû beşdaran kir û ev tişt gotin: “Îro, li welêt atmosferek aştî û biratiyê heye û ji bo me pir bi qîmet e ku tûrnûvaya me bi aştî û biratiyê bi dawî dibe. Em dixwazin spasiya hemî hevalên xwe yên ku beşdarî vê yekê bûne bikin. Sirri Sureyya Onder ji bo biratiya gelan li ber xwe da. Wî heta nefesa xwe ya dawî ji bo vê yekê hewl da. Me soz dabû ku em mîrateya ku wî hiştîbû li Farqînê bidomînin. Ez her kesê ku ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest daye bi bîr tînim. Biratî bi ser ket.”

Ev tûrnûvaya ku hemû beşên civakê anî cem hev, tenê bi werzîşê bi sînor nema û weke mînakek xweş a yekîtî û hevgirtina civakê di bîranînan de ma.