Kategoriler
Haberler

Kelecana qarne li Nudemê jî hat jiyîn!

📚🌱 Kelecana qarne li Nudemê jî hat jiyîn!

Zarokên ku li Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê perwerdehiya zimanê Kurdî ditîdin, qarnên xwe wergirtin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî di vê roja watedar de qarnê zarokan radestî wan kir û tevlî kêfxweşiya zarokan bû.

Di civîna ku malbat jî beşdar bûn de, girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê careke din hate destnîşankirin. Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî spasiya karmendên Nudemê kir û diyar kir ku ew ê ji bo zarokan çalakiyên civakî, çandî û perwerdehî yên bêtir organîze bikin.

Ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê ber bi pêşerojek azad û wekhev ve biçin, em ê bi hev re û bi yekîtî bixebitin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir