Xebatên peyzajê yên ku li Parka Rojîn Kabaîş’ê dest pê kirine bê navber berdewam dikin.
Di çarçoveyan xebatan de, ji bo baştirkirina ewlehî û estetîkê li dora parkê dîwar têne çêkirin, di heman demê de li nav qada parkê jî ji bo baştirkirina qadên hêşîn, rêyên meşê û deverên bêhnvedanê peyzaj tê kirin.
Armanc ew e ku piştî xebatê park bibe xwedî dîmenekî moderntir, rêkûpêktir û ji bo gel gihîştîtir.






