Li Farqînê bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî çalakiyek hat lidarxistin
Bi pêşengiya Midûriyeta Karên Çand û Civakî ya Şaredariyê, bi piştgiriya Komeleya Astengdarên Farqînê û Komeleya Parastina Astengdarên Farqînê, bi boneya 3yê Kanûnê, Roja Navneteweyî ya Astengdaran, li eywana konferansê ya şaredariyê çalakiyek hat lidarxistin.
Hevserokê me Kadrî Esen, endam û rêveberên Komeleya Astengdarên Farqînê û Komeleya Parastina Astengdarên Farqînê beşdarî bernameyê bûn.
Di çalakiyê de li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Di van axaftinan de bal kişandin ser zehmetiyên ku mirovên astengdar di jiyana civakî de pê re rû bi rû dimînin û girîngiya gihîştin û şert û mercên jiyana wekhev hatin destnîşankirin.
Bername bi pêşandaneke kurt a koma Erbane ya girêdayî Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya şaredariya me berdewam kir, ku temaşevanan kêfxweş kir. Performansa rîtmîk ji aliyê temaşevanan ve bi çepikên bilind hate pêşwazîkirin.
Di dawiya çalakiyê de, bijîşkan pêşkêşiyek agahdar li ser tenduristî, mafên astengdaran û pêvajoyên rehabîlîtasyonê pêşkêş kirin. Beşdaran destnîşan kirin ku pêşkêşkirin bi taybetî ji bo hişyarkirina zêdetir alîkar bû.