Ji bo barîna berfa zêde ya ku duh derengiya şevê dest pê kir û bandoreke neyînî li navçeya me neke hemû tîm seferber bûn. Ekîbên şaredariya me û personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku rê bên vekirin bi xebateke giran a ku heta sibê dewam kir nobet girtin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen bi ekîban re şeva xwe li garajê derbas kirin.