Civîna meha mijdarê ya meclîsa me di bin serokatiya hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen de b rûniştina yekemîn dest pê kir. Beriya ku derbasî rojeva civînê bibin her dû hevşaredarên me axaftin kirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê dan.
Di destpêka civîna meclisê de, hevşaredara me Sevîm Bîçîcî qala qeyûmên ku li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hatine tayînkirin kir û got: “Qeyûm darbeyeke siyasî ye. Em qeyûmên li şûna hilbijartiyên şaredariyên DEM Partî û şaredariyên din qebûl nakin û naxwazin. Em siyaseta qeyûm û darbeya wan qebûl nakin. Gel her car li hemberî qeyûm û polîtîkayên qeyûman derketiye û di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst daye. Ji vir û pê ve jî berxwedan dê berdewam bike û vê bersivê bide.”
Piştî axaftina Biçici, hevşaredarê me Kadri Esen got ku ew bi nûçeyên qeyûman dest bi rojê kirine û axaftina xwe wiha domand: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelê Kurd li her sê navenda jî bersiveke xurt da polîtîkayên qeyûman. Îro dîsa diyar bû ku bersiva ku ji gel girtiye û îradeya gel dîsa jî nas nekirine û qeyûm tayînî şaredariyên me kirine. AKP’ya ku bi salan siyaset dikir ku li hemberî wê darbeya leşkerî tê kirin, niha li hemberî îradeya gelê me darbeya siyasî dike. Çi dibe bila bibe, ev darbe ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Hevserokên şaredariyê û endamên meclisê yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin dê ji biryarên xwe poşman nebin. Yên ku ji aliyê îradeya gel ve hatine hilbijartin dê gav paş ve neavêjin. Em ê di bin hemû mercan de xebatên xwe bidomînin. Em ê bi tu awayî moralê xwe xerab nekin. Şaredariyên me bi dehan hene û em ê xebatên xwe ji gelan bidomînin.”
Di berdewama axaftina xwe de Esen, daxwaz kir ku gel di vê pêvajoyê de li îradeya xwe xwedî derkeve û piştgiriya hilbijartiyên xwe bike û bi hev re hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê di gewriya wan de bihêlin.
Piştî daxuyaniyên ku hatin dayîn, civîna meclisê destpêkir.