Hevşaredarên Me

Sevîm Bîçîcî

Di 19.02.1979 de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarên cuda qedandiye. Xwendina xwe ya lîseyê li Lîseya Perwerdehiya Vekirî qedand. Li Zanîngeha Anadoluyê Beşa Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Astengdaran dixwîne.

Di sala 2013’an de Serokê Herêmê yê Partiya Herêmên Demokratîk bû, di sala 2017’an de jî di Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk de cih girt. Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 2024’an erka xwe radestî Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk kir.

Di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya 31’ê Adara 2024’an de bi beşdarbûna di hilbijartinan de ji Partiya Demokratîk û Wekheviya Gelan weke Hevseroka Şaredariya Farqînê hate hilbijartin.


Kadrî ESEN

Di sala 1989’an de li gundê Fêra yê Farqînê ji dayik bûye. Weke piraniya zarokên kurd di zarokatiya xwe de dest bi karkeriya demsalî kiriye û di nav van şert û mercên zehmet de dibistana seretayî li gundê xwe Fêra û dibistana navîn û lîseyê jî li Farqînê xwendiye. Di sala 2009’an de ji lîseyê mezûn bûye. Di navbera salên 2009-2013’an de li Zanîngeha Firatê ya li bajarê Xarpêtê beşa Têkiliyên Gel û Danisînê ya Fakulteya Ragihandinê (İletişim) xwendiye.

Piştî ku ji zanîngehê mezûn bûye di 1’ê çileya 2014’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kiriye û dûre li rojname û ajansên mîna Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Rojeva Medya, Welat, E-Rojname, Ajansa Mezopotamya (MA) xebitîye. Heta dawiya sala 2023’yan jî li rojnameya Xwebûnê karê xwe yê rojnamegeriyê domandiye û weke edîtor û gerînendeyê giştî yê weşanê xebitiye.

Ji bilî rojnamegeriya  rojname û ajansan her wiha 5 salan pêşkêşvaniya televîzyonên kurdî jî kiriye. Di vê çarçoveyê de ji bo Ronahî TV’yê 3 salan bernameya bi navê “JI BAKUR” û ji bo STÊRK TV’yê jî 2 salan bernameya bi navê “NÊRÎN” pêşkêş kiriye. Her wiha Endamê Damezrîner ê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ye.

Li aliyê din di salên xwe yên lîseyê de dest bi nivîsandina nivîsan kiriye lê ev nivîsên wî nehatine weşandin. Beriya ku li Çapemeniya Azad dest bi rojnamegeriyê bike li zanîngehê di salên 2012-2013’an de ji Rojnameya Silvan Mucadele û Radikal Blogê re nivîsan nivîsandiye. Ji sala 2019’an heta 2023’yan gelek nivîs û gotarên wî li Rojnameya Xwebûnê hatine weşandin.

Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de ji DEM Partiyê weke Hevşaredarê Farqînê hat hilbijartin.