Ji bo pêşîgirtina lehiyê projeya qenalê ku di taxên Kevirspî û Rezan de derbas bibe hat pêşniyarkirin. Ji aliyê Şaredariya Farqînê ve ji bo projeya qenalê xebatên îmzekirina destûrnameyê hatin destpêkirin.
Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen û endamên meclisa me bi ekîbên şaredariya me û DÎSKÎ’yê re derketin sahê û li Kolana Gulê bi welatiyan re destûrname dan îmzekirin