Rêxistina Navçeya Farqînê ya Partiya DEMê bi keyayên tax û gundan re hatin cem hev û derbarê maddeyên hişbir, fûhuş û pirsgirêkên bingehîn ên navçeyê de nirxandin kirin.
Di civîna ku hat lidarxistin de Hevserokên Navçeya Farqînê yên Partiya DEMê Mahsum Korkmaz û Şefîka Beyazit û Hevsaredarê me Kadrî Esen cih girtin.
Di civînê de bi taybetî pirsgirêkên hişbirê û fûhuşê hatin destgirtin; li ser pirsgirêkên ku li navenda navçeyê û gundan tên jiyîn û li ser pêşniyarên çareseriyê axaftin hat kirin


