Etiket: silvan
“Paqijîya herî baş, neqirêjkirin e”
Ji bo zêdekirina hişmendiya paqijiyê û teşwîqkirina hemwelatiyan ji bo hestiyarbûna li hember jîngehê, ji aliyê şaredariya me ve li parkên navçeyê tabelayên du zimanî hatin daliqandin.
Li parkên Rindêxan, Gulan û Kaniya Navîn, li ser tabelayên ku hatine daliqandin, hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî peyama “Paqijîya herî baş, neqirêjkirin e”cih digire. Ev sepan, ji bo balê bikişîne ser paqijiya parkan û gel hîn bêhtir hestiyar bike li hember paqijiya jîngehê hatiye sêwirandin.
Hevşaredarên me diyar kirin ku ev tabela dê hişmendiya paqijiyê di nav serdanvanên parkan de zêde bike û hesta berpirsiyariyê ya li hember jîngehê xurt bike û gotin: “Paqijî, hem berpirsiyariyeke takekesî û hem jî civakî ye. Ev tabela, bi armanca beşdarbûna paqijiya parkên me û pêkanîna hişmendiya zêdetir a hemwelatiyên me di vî warî de hatine bicihkirin.”
Em ji bo jîngeheke paqij hêviya piştgiriya gelê xwe dikin û ji bo parastina bedewiya parkan hemû welatiyan vedixwînin hestiyariyê.
“En güzel temizlik kirletmemektir”
“En güzel temizlik kirletmemektir”
Belediyemiz tarafından temizlik bilincini artırmak ve vatandaşları çevreye karşı duyarlı olmaya teşvik etmek için, ilçedeki parklara çift dilli tabelalar asıldı.
Rindêxan, Gulan ve Kaniya Navin parklarına asılan tabelalarda, hem Kürtçe hem de Türkçe olarak “En Güzel Temizlik, Kirletmemektir” mesajı yer alıyor. Bu uygulama, parkların temizliğine dikkat çekmek ve halkı çevre temizliğine karşı daha hassas hale getirmek için tasarlandı.
Eşbaşkanlarımız, bu tabelaların park ziyaretçileri arasında temizlik bilincini artıracağına ve çevreye karşı sorumluluk duygusunu pekiştireceğini belirtiken “Temizlik, hem bireysel hem de toplumsal bir sorumluluktur. Bu tabelalar, parklarımızın temizliğine katkıda bulunmak ve vatandaşlarımızın bu konuda daha bilinçli olmasını sağlamak amacıyla yerleştirilmiştir,” dedi.
Temiz bir çevre için halkımızın desteğini bekliyor ve parkların güzelliğini korumak için tüm vatandaşları duyarlı olmaya davet ediyoruz.
Ekîban, bi amûra paqijkirinê li hemû kuçe û kolanên navçeya me xebateke berfireh ê paqijiyê pêk anîn. Di çarçoveya xebatan de kuçe û kolan ji toz, gemar û çopên din hatin paqijkirin. Welatî, ji van xebatên paqijiyê yên li seranserê navçeyê tên kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û berpirsiyarên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya me ragihandin ku çalakiyên paqijiyê dê bi rêkûpêk berdewam bikin.
Belediyemiz Temizlik İşleri Müdürlüğü, ilçe merkezindeki cadde ve sokaklarda temizlik çalışmalarını sürdürüyor.