Meclîsa şaredariya me di civîna xwe ya meha tîrmehê de biryar da ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn weke “Rindêxan” bê guhertin. Lê biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya me ve hat girtin ji aliyê amîrtiya mulkî ya îdarî (Qaymeqamtî) ve hat redkirin.
Qaymeqamtiyê, angaşt kir ku navê “Rindêxan” ne bi tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tuneye û li gorî rêzimana “biyanî” hatiye sazkirin û ji bo redkirin ev hincet pêşkêşkirin: “…Peyv û îfadeyên ku li gorî rêzimanên biyanî hatine sazkirin û navên kirêt, bêedeb û pêkenok nikarin bên danîn… Gora Siltanê Selçûkiyên Anatoliyayê Kiliçaslanê Yekemîn hatiye dîtin û navê “Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn” li parqa ku di sala 2023’yan de li navenda Farqînê lêkirina wê temam bû hatiye danîn. Kiliçaslanê ku weke kesê xaçparêzan têk biriye tê bibîranîn li navçeya me binax kiriye. Piştî ku ev ji raya giştî re hat ragihandin feydeyeke zêde li danasîn û turîzma navçeya me hat kirin. Ji ber vê sedemê bi danîna nav hatiye armanckirin ku bîranîna vî siltanê mezin li navçeya me bê jiyandin… Biryara meclisa şaredariyê ya ji bo guhertina navê “Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn” a bi navê nû “Rindêxan” ji ber ku ne bi tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tuneye û li gorî rêzimana “biyanî” hatiye sazkirin, di guhertinê de tu feydeyeke cemaweriyê tuneye, her wiha ji ber ku ne li gorî hikmên mewzûatê yên li jor hatine aşkerakirine ji aliyê qaymeqamiya me ve nehat qebûlkirin û di zêdekê de paşve hat vegerandin.”
Em vê biryara ku ji aliyê qaymeqamiyê ve li dijî zimanê kurdî û navên kurdî hatiy girtin qebûl nakin û hewaleyî wijdanê raya giştî û gelê xwe dikin!
Sevim Biçici | Kadri Esen
Hevserokên Şaredariya Farqînê