Hevşaredarên me Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, ji bo pirsgirêkên li gundên girêdayî navçeya me di cîh de tespît bikin, serdanên gundan didomin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen ku bi feraseta şaredartiya gelparêz tevdigerin, bi welatiyên ku li gund û mezrayên weke Mala Zorê, Girbilok, Başbûg, Qurtê, Zerê, Xweşa, Qizlal û Deyîka dijîn re hatin gelhev.
Di vê çarçoveyê de di serdanên ku ji du aliyan ve pêk hatin de Hevşaredarên me bi rûniştvanên gundan re têkiliyên yekser danîn û pêdiviyên bingehîn ên gundan ên weke binesazî, av, rê û pirsgirêkên din ên herêmî di cih de lêkolîn kirin. Welatiyan diyar kir ku ji hatina Hevşaredaran a gundên wan û guhdarîkirina pirsgirêkên wan kêfxweş in.
Sevim Bîçîcî û Kadrî Esen, diyar kirin ku ji bo çareseriyên lezgîn û bibandor ji pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû ne re bibînin wê bi awayekî hevaheng bi beşên pêwendîdar re bixebitin. Hevserokên me bal kişandin ser girîngiya têkiliya rast e rast a bi gel re û ev tişt gotin: “Em ê bi nêzîkatiyeke hestiyar nêzî daxwazên gelê xwe bibin û xizmetên xwe yên çareseriyê berdewam bikin.”