Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdem bi tevlîbûna Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray, Hevseroka DEM’ê ya navçeya Farqînê Fevziye Yaral, Parlamentera DEM’ê Adalet Kaya û hevşaredarên navçeyan re hat vekirin.
Bîçîcî di vekirinê de axivî û got, “Em îro pir bi kelecan in. Me di dema hilbijartinê de jî got em ê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ xebatên xwe bimeşînin. Em dibêjin Nûdem ji jinên Farqînê re pîroz be.”
Li dû axaftinan beşdaran merasîma vekirinê li dar xistin û li navenda jiyanê geriyan.