Li Taxa Bahçelîevler a navçeya me, li ser erdê ku di milkiyeta şaredariya me de ye xebatên projekirina avahiyeke kompleks a ji bo jinan dest pê kir. Di vê projeyê de ku dê ji aliyê şaredariya me ve were bicîhkirin, dê ji bo jinên navçeya me qadên cuda yên civakî û sîporê bên çêkirin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî, bi Rêveberê Etûd û Projeyê ya me Mehmet Eken, Cîgirê Rêveberê Xizmetên Jin û Malbatê ya şaredariya me Ebrû Eken û ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re qada ku dê di projeyê de bê bikaranîn a li taxa Bahçelîevlerê li cîh lêkolin kirin.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî diyar kir ku avahiya kompleks di merhela projekirinê de ye û armanca projeyê ew e ku jinên navçeya me hêsantir bigihîjin çalakiyên civakî û sporê û kalîteya jiyanê ya li herêmê bilind bike. Bi temamkirina projeyê re jin dê bigihîjin qadên civakî yên modern û bikêrhatî.
Şaredariya me, bi berçavgirtina hewcedarî û daxwazên gelê herêmê, armanc dike ku di demeke herî kurt de vê projeyê bicîh bike.