Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, tevî endamên meclisê, serdana listikvanên Silvan Belediyesporê ku di bin banê şaredariya me de hatiye avakirin û li stada navçeyê antremanên xwe didomînin, kirin.
Di serdanê de, Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî ji listikvanan re serkeftin xwest û got “Em bi dîtina we kêfxweş bûn. Serkeftina we serkeftina me ye.”
Piştre Hevşaredarê me Kadrî Esen jî ji listikvanên ku pirraniya wan xwendekar in re serkeftin xwest û got: “Di bin her şert û mercan de werzîş dikare bê kirin. Helbet, divê ev bandoreke neyînî li ser jiyana we ya xwendekariyê neke. Divê hûn hem jiyana xwe ya xwendekariyê bi serkeftî bidomînin û hem jî werzîşvaniya xwe bikin.”
Di berdewama axaftina xwe de Esen, diyar kir ku ew wek şaredarî di hewldana wê yekê de ne ku ciwanan ber bi çalakiyên civakî û werzîşê ve bînin û ev tişt anî ziman: “Serkeftinên we dê ciwanên Farqînê ji dehfikên ku ji wan re tên danîn xelas bike û ber bi werzîşê ve bîne.”