Di navbera Şaredariya me û Nûnertiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ya Farqînê de protokoleke girîng a hevkariyê hat îmzekirin.
Merasîma îmzeyê li meqama Serokatiyê hat lidarxistin. Hevşaredarên me Sevîm Bîçîcî, Kadrî Esen û Nûnerê DTSO yê Farqînê Halîl Îbrahîm Yilmaz beşdarî merasîmê bûn.
Di çarçoveya protokola ku hat îmzekirin de, milk dê ji aliyê DTSO yê “Di çarçoveya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê û Şaredariya Farqînê de atolyeyên karsazî û hunerî bên avakirin; Armanc ew e ku projeyên xizmet yên hevpar ji bo cîbicîkirin û pêşxistina her cure xizmet civakî û çandî ji bo kal, pîr, astengdar, jin, ciwan û zarokan çêbike û hevkariyê bike û ji bo vê armancê avakirina dezgehên civakî, vekirina û qursên pîşeyî û pisporiyê bimeşînin” ji bo aboriya herêmê were bikaranîn.