Esnafên ku li seranserê navenda navçeyê berhemên xwarinê difroşin, hatin kontrolkirin.
Di kontrolên ku bi xebatên koordîneya ekîbên zabitayê ya şaredariya me û ekîbên Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê ve li navenda navçeyê esnafên ku berhemên xwarinê difroşin kontrol hatin kirin. Di dema kontrolê de, dîroka dawî û etîketên hilberan bi baldarî hatin kontrol kirin.
Ekîban di teftîşê da hişyarî da xwediyên kargehan û diyar kirin ku dê kontrolên wiha dewam bikin. Ekîban tekez kirin ku ji bo parastina tenduristiya gel dê di navberên rêkûpêk de kontrolên ewlehiya xwarinê bêne kirin.