Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo balê bikişîne ser xetereyên li ser Hewzeya Avê ya Dîcleyê ku hewcedariya bajêr bi avê pêk tîne û tedbîrên lezgîn ên ku divê bên girtin, li Meydana Cumhuriyetê ya Gêlê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevşaredarê me Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Meczin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, şaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, rêveberên Gêlê û welatiyên li navçeyê dijîn, beşdarî daxuyaniyê bûn.
Bucak di daxuyanîya xwe de destnîşan kir divê li derdora Hewzeya Gola Bendava Dîcleyê ya ku ava vexwarinê dide milyonek û nîv nifûsê hemû xebatên bi rîsk bên sekinandin. Bucak got, “Bi vê daxuyaniya çapemeniyê em dixwazin soz bidin ku em dikarin bi dînamîkên bajar û welatiyan re plana çalakiyê pêk bînin.”