Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya me dê îsal di çarçoveya bernama kevneşopî yên Serê Gulanê de pêşbirka taybet a helbest û çîrokên kurdî li dar bixe.
Pêşbirk dê tenê ji bo beşdariya welatiyên Farqînê vekirî be. Beşdarvan dê di navbera 15’ê Adarê û 1’ê Gulanê de helbest û çîrokên xwe yên ku bi kurdî hatine nivîsandin ji navnîşana silvanbelediyesii@gmail.com re bişînin.
Di dawiya pêşbirkê de berhemên bi ser ketin dê bên xelatkirin. Bi vê pêşbirka watedar a di çarçoveya bernama Serê Gulanê de, bi armanca pêşxistina ziman û çanda Kurdî tê kirin û welatî ji bo pêşbirkê hatin vexwendin.
Xelata Çîrokê
Yekemin: Zêrê Tije
Duyemîn: Nîv Zêr
Sêyemîn: Çaryek
Xelata Helbestê
Yekemin: Zêrê Tije
Duyemîn: Nîv Zêr
Sêyemîn: Çaryek