Tûrnûvaya Futbolê ya Merwanî ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya me ve tê lidarxistin, bi pankarta ku ji bo Sırrı Süreyya Önder hatibû vekirin destpêkir.
Di maçên Etşaspor-Cîhan Spor û Gundikê Hecîîbrahîm Spor-Kewşan Spor de pankarta bi nivîsa “Kekê Sırrı bi dil û can em bi te re ne” hat vekirin û peyama piştgiriyê ji bo Sırrı Süreyya Önder hat dayîn.
Hevşaredara me Sevîm Bîçîcî di axaftina xwe de diyar kir ku navçeya me di tevahiya dîrokê de mazûvaniya çand û hunerê kiriye û got, “Ez hêvî dikim ku ev tûrnûva bibe wesîleya aştî û biratiyê. Werzîş, çand û huner pêkhateyên ji hev nayên veqetandin in. Ez hêvî dikim ku ev tûrnûva bibe wesîleya tiştên baş.”
Serokê Sîlvan Beledîyesporê Ramazan Koç diyar kir ku Farqîn di tevahiya dîroka xwe de mazûvaniya huner û werzîşê kiriye û got, “Futbol evîn, biratî û aştî ye. Ez hêvî dikim ku ev tûrnûva tolerans, evîn û biratiyê xurt bike û li gorî rihê tûrnûvayê bi awayekî werzîşî were lidarxistin. Farqîn bajarekî kevnar e, ev bajar bi çand û hunera xwe hebûye û dê hebûna xwe bidomîne. Ez ji hemî tîman re serkeftinê dixwazim.”
Encamên pêşbirkan wiha ne;
Etşa Spor 2-4 Cîhan Spor
Gundikê Hecîîbrahim Spor 6-6 Kewşan Spor