Di çarçoveya feraseta şaredariya civakî de, di civînên meclisa me ya meha Tebaxê de biryarên girîng ên ku dê siberoja navçeyê ava û xweş bikin, hatin girtin. Di civînên ku têde xizmetên nû yên ku dê qalîteya jiyana welatiyan li navenda navçeyê zêde bike, gelek xebatên nû hatin ragihandin. Ev biryar dê hem li navend û hem jî li gundên Farqînê hewcedariyên xelkê bi cih bîne û bibe sedema geşbûn û pêşveçûna navçeyê.
Ji bo Farqîneke paqijtir 2 kamyonên çopê û 500 konteynerên çopê hatin kirîn
Şaredariya me, ji bo xurtkirina xebatên paqijiyê li navçeyê, ji bo Midûriyeta Karên Paqijiyê 2 kamyonê nû yên çopê û 500 konteynerên çopê yên 770 lîtreyî kirîn. Ev amûrên nû hem li navenda bajêr û hem jî li gundan bi armanca Farqînek paqijtir dê bên bikaranîn.
Em ê dest bi xizmeta lênihêrîna li malê bikin
Bi biryara Meclisa me, ji bo kesên 60 salî û mezintir ên pîr, hewcedarî lênihêrînê û yên ku bi tenê dijîn, dê xizmeta lênihêrîna li malê bê dayîn. Di vê çarçoveyê de, şaredariya me ya ku armanc dike ku di demeke nêzîk de bi xebatên ku dê dest pê bikin, kalîteya jiyana pîran bilind bike, dest bi amadekariyên xwe kir da ku hûrgiliyên xizmetên lênihêrîna li malê diyar bike.
Em pîl û bermahiyên dermanên ku zirarê didin xwezayê kom dikin
Meclisa Şaredariya me, ji bo parastina xweza û ekolojiyê biryareke girîng girt. Li mizgeftên li gundan û navendê, dê qutî bên danîn ji bo berhevkirina pîlên kevn û bernamahiyên dermanan. Di vê çarçoveyê de, bermahiyên ku dê bi qutiyên ku li gundan bên danîn mehane bên berhevkirin, ji aliyê tîmên şaredariya me ve dê bên berhevkirin û bi awayekî ku zirarê nede jîngehê dê bên îmhakirin an jî di rewşên pêwîst de dê bên guhertin. Bi vê xebatê xweza dê bê parastin û ji nifşên pêşerojê re jîngeheke hêjayî jiyanê dê bê hiştin.
Navenda Şûştina Cilûbergan a Bêpere Tê Avakirin
Meclisa Şaredariya me, di çarçoveya têgihiştina şaredariya civakî de biryar da ku Navenda Şûştina Cilûbergan a bêpere bê avakirin. Bi navenda şûştina cilûbergan a ku dê li navçeyê bê avakirin, dê ji xwendekaran, jinên hewcedar û jinên pîr re xizmeta şûştina cilûbergan a bêpere bê pêşkêşkirin. Tê plankirin ku xizmet di demeke herî kurt de bê destpêkirin.
Dê navên Kurdî li gundan bên vegerandin
Wê li ser rêyên gundan dê tabelayên nû yên ku hem bi kurdî û hem jî bi tirkî navên gundan li ser in bên danîn. Ev gav, armanca parastina mîrateya çandî ya gundan û nîşandana civaka pirzimanî dihewîne. Tê plankirin ku tabelayên nû di demeke herî kurt de bên bicihkirin.