Ji aliyê ekîbên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya me ve, çalên ku li hemû kolan û kuçeyên navçeya me derketine, bi asfaltê tên tijekirin. Di vê çarçoveyê de li Kolana Cenanlar a Taxa Baglarê û kolanên Ataturk û Firat ên Taxa Kalê yên navçeya me kolanên ku zirar dîtine bi asfaltkirinê hatin sererastkirin.