Ji bo zêdekirina hişmendiya paqijiyê û teşwîqkirina hemwelatiyan ji bo hestiyarbûna li hember jîngehê, ji aliyê şaredariya me ve li parkên navçeyê tabelayên du zimanî hatin daliqandin.
Li parkên Rindêxan, Gulan û Kaniya Navîn, li ser tabelayên ku hatine daliqandin, hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî peyama “Paqijîya herî baş, neqirêjkirin e”cih digire. Ev sepan, ji bo balê bikişîne ser paqijiya parkan û gel hîn bêhtir hestiyar bike li hember paqijiya jîngehê hatiye sêwirandin.
Hevşaredarên me diyar kirin ku ev tabela dê hişmendiya paqijiyê di nav serdanvanên parkan de zêde bike û hesta berpirsiyariyê ya li hember jîngehê xurt bike û gotin: “Paqijî, hem berpirsiyariyeke takekesî û hem jî civakî ye. Ev tabela, bi armanca beşdarbûna paqijiya parkên me û pêkanîna hişmendiya zêdetir a hemwelatiyên me di vî warî de hatine bicihkirin.”
Em ji bo jîngeheke paqij hêviya piştgiriya gelê xwe dikin û ji bo parastina bedewiya parkan hemû welatiyan vedixwînin hestiyariyê.